Li Cizîrê wesaîta TOMA hat şewitandin

Li Cizîrê wesaîta TOMA hat şewitandin

Komek endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG-H), ji bo avakirina Yekîtiya Jinên ciwan a Şoreşger û Welatparêz (YDGK) silav bike û azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan bixwaze û mudaxaleya polîsan a li Taksîmê şermezar bike li Cizîrê çalakî pêk an û bi polîsan re şer kirin. 

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG-H), bi boneya îlankirina Yekîtiya Jinên ciwan a Şoreşger û Welatparêz (YDGK) silav bike, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwaze û mudaxaleya polîsan a li Taksîmê şermezar bike li Cizîrê çalakî pêk anî. Bi sedan ciwanên rûpoş ên li taxa Nurê civîya panarta "Em Yekîtiya Jinên ciwan a Şoreşger û Welatparêz (YDGK) silav dikin" vekirn û heta kolana Yafesê meş pêk anîn. Girsê ib çepik û tilîliyan "Bijî Serok Apo", "Ciwan bimeşin Botanê û welat azad" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Komê rê li trafîkê girt. Piştî çalakiyê polîs hatin cihê bûyerê bi maşînê zirxî û TOMA'yê mudaxale kirin. Polîsan di mudaxaleyê de bombeyên gazê û ava şit bikar anîn. Ciwanan jî li kolanan bi molotofkokteyliyan, kevir û bombeyên deng bersîv da polîsan. Di bûyerê de maşîna zirxî di nava pêten agir de ma û ji aliyê TOMA ve hat vemirandin. Çalakiya ku li Kolana Yafesê belav bû, polîsan li vir bi guleyên plastîk mudaxaleyî komê kir. Li qada Dortyolê ya Cizîrê jî ciwanan bombeya deng avêt nava polîsan, tîmên taybet jî li hemberî ciwanan guleyên rastîn bikar anîn. Bûyera ku li taxa Yafesê dest pê kir, heta Kolana îdilê berdewam kir. Bûyerê bi pevçûna d navbera polîs û ciwanan de heta derengê şevê berewam kir. Ciwanan di çalakiyê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Faşist TC ji Kurdistanê biceheme" berz kirin. Ciwanên li taxa Nûrê heta derengê şevê nasname kontrol kirin û çalakiyên xwe berdewam kirin.