Li Cizîrê serdegirtinên malan: 4 zarok hatin binçavkirin
Li Cizîrê serdegirtinên malan: 4 zarok hatin binçavkirin
Li Cizîrê serdegirtinên malan: 4 zarok hatin binçavkirin
Li Şirnexê di encama serdegirtina malan de 4 zarok ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, tîmên tevbera taybet û polîsan duh bi şev avêtin ser malan û 4 zarok kirin bin çavan. Polîsan piştî ku taxên Nûr û Cûdî dorpêç kirin, avêtin ser malan û lêgerîn kirin.
Di encama lêgerînan de zarokên bi navê O.C. (16), E.B. (17), R.T. (17) û M.E.O (15) hatin binçavkirin. Zarokên ji ber sedemeke ne diyar ve hatin binçavkirin, piştî kontrolên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ew birin Muduriyeta Emniyetê ya Navçeya Cizîrê.