Li Cizîrê polîsan zarokek 14 salî birîndar kir

Li Cizîrê polîsan zarokek 14 salî birîndar kir

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê piştî polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî xwepêşanda protestoyî ya ciwana kir, zarokekî 14 salî bibombeya gazê ya polîsan birîndar bû. Li gelek navendên navçeyê xwepêşandan û pevçûnên bi polîsan re didome.

Xwepêşandanên di demjimêrên şev destpêkirin hêjan didomin. Koma ku li Taxa Cûdî û li ser rêya Hezexê xwepêşandanên protestoyî pêktîne, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kir. Ciwanên ku bi kevira bersiv da, bûyer li gelek herêmên navçeyê belavbûn. Li Taxa Cûdî polîsan bibombeyên gazê êrîşî ciwana kir û zarokekî 14 salî birîndar bû. Zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, piştî mudaxeleya destpêkê, ji ber sedema rewşa wî girane biryargirtin ku rakin Amedê.

Hate ragihandin ku, li gelek deverên navçeyê pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de didomin.