Li Cizîrê girseya 23'ê Nîsanê şermezar kir rastî êrîşê hatin
Li Cizîrê girseya 23'ê Nîsanê şermezar kir rastî êrîşê hatin
Li Cizîrê girseya 23'ê Nîsanê şermezar kir rastî êrîşê hatin
Girseya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan şermezar dikirin rastî mudaxeleya polîsan a bombeyên gazê hat. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi sedan zarokan bi wêneyên zarokên Kurd ên hatin qetilkirin dest bi meşê kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê bi armanca şermezarkirina "23'ê Nîsanê Cejna Zarokan" li ber avahiya partiyê heta ber Dibistana Bilind a Pîşeyî meşiyan û polîsan êrîş li meşê kir. Bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û bi stranan govend girtin. Girseyê bi sloganan dest bi meşê kir û polîsan bêyî hişyariyê bike bi bombeyên gazê mudaxele li girseyê kir. Piştî mudaxeleyê girse belavbûn û lê careke din li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û li vir polîsan cara duyemîn mudaxele li girseyê kir. Girseya li kolanan belavbûyî careke din li ber avahiya BDP'ê dest bi kombûnê dike. Hevdîtinên BDP'iyan ên bi rayedarên polîsan re berdewam dike. Li navçeyê rageşî berdewam dik.
LI HEZEXÊ WÊNEYÊN ZAROKÊN HATIN QETILKIRIN HATIN HILGIRTIN
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi herman armancê meş hate lidarxistin. Ji Parqa Aşitiyê heta ber Dibistana Cumhuriyetê meş hate lidarxistin. Rêveberên BDP'ê, jin û zagor tevlî meşê bûn. Di meşê de sloganên "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrkirin. Di meşê de pankrata wêneyên zarokên ji aliyê leşker, cerdevan, polîs û madeyên teqemeniyê yên leşkeran jiyana xwe ji dest dan li ser û nivîsa "Di 20 salan de zêdehî 350 zarok hatin kuştin", "Ziman hebûna gelan e" û "Ji hemû cure asîmîlasyonê re na" hatin hilgirtin.
Piştî meşê li ber Dibistana Cumhuriyetê Rêveberê BDP'ê yê navçeyê Bakî Îdem daxuyanî xwend û diyar kir ku, Tirkiye bi "cejna zarokan" pesnê xwe dide her sal bi sedan zarokan qetil dike û binçav dike û digire û wiha got: "Ji ber şerê li herêmê herî zêde zarok bi bandor dibin. Zarok gelek caran dibin hedefa leşker, polîs, cerdevan û hêzên dewletê ên din. Ji sala 1988'an hate sala 2012'an de 596 zarok hatin qetilkirin û bi hezaran zarok birîndar bûn, bi hezaran zarok hatin binçavkirin û hatin girtin. Dozên têkildarî qetilkirina zarokan de hatin vekirin bi hinek hincetê vala biryarên bêşopandinê hatin dayîn. Di gelek bûyeran de lêpirsîn jî nehatin vekirin. Di komkujiya Roboskiyê de 16 zarokan jiyana xwe ji dest da. Lê di rapora têkildarî mijdarê de hate amadekirin de bi gotina 'zanebûn tuneye' xwestin kiryaran paqij derbixin. Weke vê yekê bi sedan bûyeran hene."
Îdem anî ziman ku, ligel hemû geşedanan 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan ji zarokên kurd re kirin "zindan" û wiha axivî: "Bi zarokên ji welatên din anîn Cejna Zarokan pîroz dikin. Lê zarokên Kurd avêtin girtîgehan û ji mirinê re hatin terkirin. Em dixwazin TMK bê rakirin û hemû zarok serbest bên berdan."