Li Cizîrê ciwanan damezirandina PKK’ê pîroz kir

Li Cizîrê ciwanan damezirandina PKK’ê pîroz kir

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê ciwanan bi boneya 35. salvegera demezirandina PKK’ê ta derengiya şevê li taxan xwepêşandan li darxistin.

Pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê li Cizîrê li gelek taxan hatin lidarxistin.

Bi sedan ciwanên li taxên Cizîrê Nûr, Cûdî û Yasefê hatîn gel hev di derbarê PKK’ê û Ocalan de slogan avêtin û bi tîşortên sembola “Asayîşa YPG-H” li ser heyîn meş li darxistin.

Di dama ciwanan li taxan meş li darxistin de polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir ciwanan, ciwanan jî bi keviran û molotofan bersiv dan. Pevçûnan heya derengiya şevê dom kir.