Li Cizîrê 6 kes hatin binçavkirin

Li Cizîrê 6 kes hatin binçavkirin

Li  navçeya Şirnexê Cizîrê di serdegirtina polîs û hêzên teybet de 6 kes hatin binçav kirin.

Li gorî agahiyên bi dest ketine sedan  polîs û hêzên teybet li taxên Cizîrê, Cudî, Nûr, Sûr, Yafes û Dagkapiyê  li ser malan de girtin. Çend derî şkandin, ketin malan de û tiştên wan têkilhev kirin.

Di serdegirtinên Polîsan pêkanî de ta niha 6 kes hatine binçav kirin.

 Hat ragihandin ku dinava meha dawiyê de di serdegirtinên polîsan pêkanîn de ta niha 55 kes hatine binçavkirin û 45 kes jî hatine girtin.