Li Cizîr û Dergulê serdegirtina malan: 10 binçavkirin

Li Cizîr û Dergulê serdegirtina malan: 10 binçavkirin

Li navçeya Şirnex Cizîrê û bajarokê Dergulê, polîsan avêtin ser malan û 10 kes kirin binçavan.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, polîsên Tirk duh bi şev bi maşînên zirxî dor li gelek taxan girtin û avêtin ser malan. Di serdegirtinên li Cizîrê de, polîsan 3 jê zarok 9 kes kirin binçavan. Hat hînbûng, di kontrola li ketina navçeyê de jî welatiyê bi navê Kerem Ûcar hatiye binçavkirin. Tê gotin, di nava binçavkiriyan de Nûrettîn Başaran ê ji pişta xwe felç e û nikare rabe ser piyan, heye.

Hevsera Başaran Kanîa Başaran da xuyakirin ku di dema serdegirtina mala wan de polîsên tîmên taybet ên Tirk çek dane serê wê û got, "Di dema lêgerînê de bi sedan polîs û tîmên taybet bi carekê ketin hundurê mala me. Çek dan serê min. Polîsan bi saetan li mala me geriyan. Hevserê min ê ji ber qezaya trafîkê ya 2 sal berê ji pişta xwe ve felç bûye, kirin binçavan. Polîsan çek dan serê min, di wê kêliyê de zarokên me ji tirsa kirin qêrîn. Bi awayekî vekirî êşkence li me kirin."

Navê kesên hatine binçavkirin weha ye: Sabrî Dal, Abdulbasîr Ekîcî (37), Îbrahîm Gokalp (22), Cûdî Îçûz (41), Nûrettîn Başaran (33), Kerem Ûcar (30), Y.Z. (14), Î.Î. (15). Der heqê sedema serdegirtina polîsan de ti agahî nehat bidestxistin, lê belê hat hînbûn binçavkirî birine Muduriyeta Emniyetê ya Cizîrê.

Ji aliyê din ve li bajarokê Dergulê yê Şirnexê jî di encama serdegirtina polîsan a mal awî de welatiyê bi navê Osman Ayan (50) hat binçavkirin. Ayan jî birîn Muduriyeta Emniyetê ya Şirnexê û li ser dosya wî biryara veşartinê heye.