Li çiyayê Cudî pîrozbahiya 27’ê Mijdarê
Li çiyayê Cudî pîrozbahiya 27’ê Mijdarê
Li çiyayê Cudî pîrozbahiya 27’ê Mijdarê
Li navçeya Şirnexê Cizîrê ciwanên ku bi boneya pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê 4 rojin xwepêşandanan dikin îşev jî daketin taxan salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ku li gelek taxan gule hatin avêtina hewayê hat dîtin ku li çiyayê Cudî jî cih cihan agir pê diketin.
Pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê ku li Cizîrê 4 şevin berdewam dikin îşev jî dewam kirin. Li taxên Cudî û Nur gel daket qadan dirûşmên ji bo Ocalan û PKK’ê qêriyan û 27’ê Mijdarê pîroz kirin. Li taxên ku dema pîrozbahî lê dihate kirin bi çekan gule berdan hewayê, hat dîtin ku li çiyayê Cudî li cih cihan agir dihatin pêxistin û guleyên hewayî dihatin avêtin.
Pîrozbahî ku li taxên Cudî Nur berdewam dikirin, ciwanên ku ber bi çar riyana Dortyok’ê ve meş li darxistin di navbera wan û polîsan de pevçûnekî dem kurt derket. Ciwanan bi molotof kokteylên guleyên hewayê bersiv da êrişên polîsan yên bi bombeyên gazê, demek şûnde boyer bi dawî bûn.