Li Çinarê 6 kes hatin binçavkirin
Li Çinarê 6 kes hatin binçavkirin
Li Çinarê 6 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Çinarê ya Amedê 6 ciwan hatin binçavkirin.
Li Navçeya Çinarê ya Amedê di saetên êvarî de polîsan 6 ciwan bi qireçir binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Çinarê. Polîsan ciwanê bi navê Salîh Ablak (19), Emîn Ulus (21), Devran Ay (18), Mervan Ekîncî (19), Ruhî Demîrtaş (20) û ciwanê bi navê T. (17) ku paşnavê wî nehat zanîn binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Çinarê. Rêveberên BDP'ê piştî bihîst ku ciwan hatin binçavkirin çûn ber Midûriyeta Polîsan a Çinarê.