Li Çelê topbarana artêşa Tirk

Li Çelê topbarana artêşa Tirk

Artêşa Tirk ku girê Talisa û herêma Mirişka ya ser bi Çelê ve topbaran kir, hate ragihandin ku leşker veguhestine ser sînor. Hate hînbûn ku, di navbera Tetwan-Wanê de jî li qulîbên cerdevana danîne dest bi nobet girtinê kirine.

Artêşa Tirk li hemberî gêrîlayên ku vedikişin Herêma Parastina Medyayê êrîş û provokasyonên xwe didomînin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) daxuyaniyek da û ragihand ku, artêşa Tirk du herêmên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê topbaran kirine. 12’ê Hezîranê di navbera demjimêrên 17:00 û 19:00’an de artêşa Tirk girê Talisa û Kepe Mirîşka yê girêdayî naçeya Çelê ya Colemêrgê daye ber topên obîs û hawana.

Liv û tevgera li ser sînor û herêma Şehîd Kendal ya Heftenînê berdewam dike û hate ragihandin ku teqwiyeyên leşkerî didomin.

LEŞKERAN DIKIŞÎNIN SER SÎNOR

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, 2 panzer, 4 dozer, 2 wesayîtên hawanê, 6 Reo, 3 tîmên xencer, jamirek li nêzî girê mijara gotinê hewil didin bicih bikin.

CERDEVAN LI NOBETÊ NE

Liv û tevgerbûnek din jî li gundê Ez, berwariyên Kored û gundê Silo yê di navbera Tetwan û Wanê çêdibe. Li vir qulîbên cerdevana têne çêkirin û hate ragihandin ku, cerdevan li van qulîban nobetê digirin.

BI HELÎKOPTERAN KEŞÎF

Hate hînbûn ku, li herêma Akdag ya Amedê jî di demjimêrên nîvro yên 12’ê Hezîranê 2 helîkopterên Kobra bi armanca keşifê geriyane.