Li Cannesê surprîza derhênera Elman Maren Ade

Li Festîvala Fîlman a Cannes a Navneteweyî, gelek fîlm ji bo wergirtina "Palmiya Zêrîn" tevlî pêşbirkê bûne. Fîlmê "Tonî Erdmann" ê derhênera Elman Maren Ade li pey surprîzeke mezin e.

69. Festîvala Fîlman a Cannes a Navneteweyî, ku di destpêkê de ji ber sedemên ewlekariyê nîqaş li ser tevlîbûnê hatibûn kirin, bi beşdariya gelek stêrkên sînemayê dewam dike. Derhênerên weke Woody Allen, Ken Loach, Sean Penn, Pedro Almodorvar di festîvala îsal de derketin pêş.

Ji bilî fîlmê "Ez Danîel Blake" yê Ken Loach, fîlmê "Tonî Erdmann" ê Maren Ade, "Amarîkan Honey" ê Andrea Arnold" û "The Handmaîden" ê Park Chan-Wook bi baldarî hatin temaşekirin.

DIKARE XWE BIGIHÎNE "PALMIYA ZÊRÎN"

Di beşa pêşbirkê de, îsal di nava fîlmên surprîz de fîlmê "Tonî Erdmann" ê derhênera ciwan a Elman Maren Ade tê nîşandan. Vî fîlmî li Cannesê eleqeyeke mezin dît. Sînemaya Elman ev demeke dirêj e li Cannesê ji xwe re cihekî nabîne. Ade bi "Tonî Erdmann" ev rewş şikand û sînemaya welatê xwe temsîl dike. Fîlmê li ser têkiliya bav û keçê, bi rengekî drama û komedî nîşan dide. Fîlmê ku noteke baş ji rexnegirên sînemayê wergirt, weke yek ji favoziyên xelata "Palmiya Zêrîn" tê nîşandan.

Tê gotin, bi fîlmê xwe yê bi navê "The Handmaîden" derhêner Park Chan-Wook û bi fîlmê xwe yê bi navê "American Honey" derhêner Andrea Arnold di festîvala îsal de surprîzê bikin.