Li Canberrayê çalakiya rûniştinê û xebatên dîplomasiyê
Li Canberrayê çalakiya rûniştinê û xebatên dîplomasiyê
Li Canberrayê çalakiya rûniştinê û xebatên dîplomasiyê

Li paytext Awûstûralya Canberrayê bi armanca destekdayîna Kobanê li ber parlamentoyê çalakiya rûniştinê pêk hat û xebatên dîplomasiyê tên meşandin.
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê didomin. Li Canberrayê çalakiyek rûniştinê pêk hat. Ji Dunde, Perth, Sydney û Melboure Kurd tevlî çalakiyê bûn. Bi rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtin hate kirin.
Ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê Mahmut Kahraman, Brusk Aeîverî û Gulfer Olan li meclîsê gelek hevdîtin kirin. Bi rayedarên Wezareta Karên Derve û Dadê re hevdîtin kirin.
Di hevdîtinan de hat gotin ku divê Awûstralya li dijî Kobanê bêdeng nemîne.
