Li Calaîsê 'herêma ewlekariyê' tê avakirin
Wezîra Karên Hundir a Îngilîstanê Theresa May diyar kir, ku ji bo pêşî li derbasbûna qaçax were girtin, wê li bendera bajarê Calaîs a Fransayê "herêmeke nû ya ewlekariyê" were avakirin.

Di daxuyaniya ji aliyê berdevkiya Wezareta Karên Hundir ve hat dayîn de hat gotin, "Bi vî rengî qemyon û ajokar wê karibin xwe baştir ji koçberan biparêzin. Li herêma ewle,her carê 230 wesayît dikarin lê bicih bibin." Der barê mijarê de heta niha rayedarên Fransayê ti daxuyanî nedane.
DI NAVA MEHEKÊ DE 8000 HEWLDANÊN DERBASBÛNÊ HATIN ASTENGKIRIN
Rayedarên Îngilîz dan xuyakirin ku di nava mehekê de 8 hezar hewldanên derbasbûnê hatine astengkirin. Rayedaran dan zanîn ku ji meha Çileyê û vir ve jî herî kêm derbasbûna 30 hezar koçberan hatiye astengkirin. Wezîrê Parastinê yê Îngilîstanê bibîr xist ku di Îlona 2014'an de di navbera Îngilîstan û Fransayê de ji bo li Calaîsê ewlekarî pêk were li hev hatiye kirin û pêkanînên pêwîst ên aboriyê hatine destnîşankirin. Wezîrê Îngilîz ragihand ku ji bo vê yekê heta niha 12 mîlyon Sterlîn hatine bikaranîn.