Li Bundestag êrîşa herî mezin a sîber
Tê ragihandin ku li Elmanyayê êrîşeke sîber a di nav salên dawî de mînaka wê nehatiye dîtin saziyên dewletê dike armanc.
Tê ragihandin ku li Elmanyayê êrîşeke sîber a di nav salên dawî de mînaka wê nehatiye dîtin saziyên dewletê dike armanc.
Tê ragihandin ku li Elmanyayê êrîşeke sîber a di nav salên dawî de mînaka wê nehatiye dîtin saziyên dewletê dike armanc. Meclîsa Federal a di hedefa êrîşan de ye ji bo têkoşîna li hember hackeran serî li Wezareta Karên Hundir da.
Petra Pau Alîkara Serokê Komîsyona Teknolojiyên Înternetê ya Meclîsa Federal (Bundestag), diyar kir ku li Elmanyayê cara yekemîn e êrîşeke sîber a evqasî mezin bi rojan dewam dike. Pau got ku roja Sêsemê agahiya wê ji êrîşê çêbûye û nasnameya êrîşkaran nayê zanîn.
Petra Pau got ku hacker bi cureyeke softwar dikevin sîstema Bundestag’ û bi vî awayî vîrûsan di komputeran de bicih dikin. Petra Pau got: “Ev êrîşên ji derve tên didomin.”