Li Brezîlyayê kuştina zarokên reşik ji yên spî 4 qatan zêde ye
Li Brezîlyayê ku di deh salên dawî de bi polîtîkayên xwe pêşveçûna aboriyê û têkoşîna li dijî xizaniyê balê dikşîne, giraniya pirsgirêkên kabîleyên reşik û xwecihî balê dikişînin.
Li Brezîlyayê ku di deh salên dawî de bi polîtîkayên xwe pêşveçûna aboriyê û têkoşîna li dijî xizaniyê balê dikşîne, giraniya pirsgirêkên kabîleyên reşik û xwecihî balê dikişînin.
Li Brezîlyayê ku di deh salên dawî de bi polîtîkayên xwe pêşveçûna aboriyê û têkoşîna li dijî xizaniyê balê dikşîne, giraniya pirsgirêkên kabîleyên reşik û xwecihî balê dikişînin. Li gorî raporekê, rêjeya zarokên reşik ên li vî welatî tên kuştin bi 4 qatan ji yên spî zêdetir e. Mirina pitikan a di nava kabîleyên xwecihî de, bi 2 qatan zêdetir e.
Li gorî rapora ji aliyê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve hat weşandin, li Brezîlyayê her sal 10 hezar 500 zarok û ciwanên nû gihayî tên kuştin. Kuştina zarokên reşik ên kêmî 18 salî, di nava 25 salên dawî de bi du qatan zêde bû.
DI KUŞTINA ZAROKAN DE LI DÛ NÎJERYA DI RÊZA DUYEMÎN DE YE
Di rapora UNICEF'ê de ku li gorî hejmarên sala 2013'an hat amadekirin, her roj 28 zarokên reşik tên ukştin. Lê belê tê gotin ku hejmara rastî gelekî zêdetir e. Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî Nîjeryayê Brezîlya li cîhanê welatê duyemîn e herîz êde zarok lê tên kuştin. Hat ragihandin ku zarokên tên kuştin bi giranî li semtên xizan ên bajarên mezin zarokên reşik in.
MIRINA ZAROKÊN REŞIK BI 4 QATAN JI SPIYAN ZÊDETIR E
Li gorî raporê di nava reşikan de ji her 100 hezar kesî 36,9 cînayetên zarokan rû ddiin û di nava zarokên ji 'nîjada spiyan' de ev rêje ji her 100 hezarî 9,6 e. Di raporê de tê destnîşankirin ku cînayetên tên kirin, bi giranî bê ceza dimînin.
UNICEF'ê di rapora xwe ya li ser Brezîlyayê de diyar kir ku bi taybetî di mijara têkoşîna li hemberî xizaniyê de pêşketin heye. Li gorî vê yekê Di nava nifûsa ji 202 mîlyonî ku ji sedî 51 reşik û melez in, xizanî di nava 25 salên dawî de ji sedî 60 kêm bû. Di nava vê demê de bi qasî 39 mîlyon mirov ji xizaniya dijwar hatin rizgarkirin.
Brezîlya ku beriya 25 salan aboriya 13 a herî mezin bû, di roja îro de derketiye rêza heftemîn.
DI NAVA XWECIHIYAN DE MIRINA PITIKAN ZÊDE YE
UNICEF'ê da zanîn ku li Brezîlyayê di mijarên perwerde, xwedîkirin, xebat û pêşîgirtina li mirinên zarokan de pêşketin heye, lê belê bi taybetî di nava kabîleyên xwecihî de mirina pitikên kêmî yek salî, li gorî gelemperiay welêt 2 qatan zêde ye.