Li Brezîlyayê di golekê de 30 ton masî mirin
Li Brezîlyayê li bajarê Rîo de Jeneîro ku wê Lîstikên Olîmpiyata 2016’an lê pêk bê, li gola Freîtas bi hezaran masiyên mirî li peravê xistin, têkildarî bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Ji hefteya buhrî heta niha ji 60’î zêdetir kes hewl didin golê ji masiyên mirî paqij bikin. Ji golê nêzî 30 ton masî derxistin.
Rayedaran diyar kirin ku piştî barana dijwar, asta avê bilind bûye û vê jî germahiya avê daxistiye û li herêmê ‘şoka termal’ hatiye jiyîn, masî jî ji ber vê yekê mirine.
Li gola ku masî ji ber qirêjiya avê mirine, tê plankirin ku di çarçoveya Lîstikên Olîmpiyatê de pêşbirkên bêrê, bên kirin.
Di daxuyaniya ku roja Pêncşemê ji aliyê Waliyê Rîo de Jenerîo, Luîz Fernando Pezao ve hate dayîn wiha hate gotin: “Li gorî texmînên min paqijiya vê golê wê heta dawiya 2018’an bidome. Divê em beriya lîstikên Olîmpiyatê vê temam bikin. Ji bo vê ev dem têr nake lê em dikarin piranî biqedînin.”
Pezao bi lêv kir ku ew hedef dikin ku paqijiya golê heta 2016’an ji sedî 80’ê paqij bikin.