Li Bremenê SPD-Keskan deng winda kirin, Die Linke deng zêde kir

Li eyaleta Bremen a Elmanyayê, di hilbijartinên Parlamenta Eyaletê de koalîsyona sosyal demokrat-kesk a li desthilatdariyê di asteke cidî de deng winda kir.

Li eyaleta Bremen a Elmanyayê, di hilbijartinên Parlamenta Eyaletê de koalîsyona sosyal demokrat-kesk a li desthilatdariyê di asteke cidî de deng winda kir, Partiya Çep jî dengê xwe zêde kir. Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) a bi polîtîkayên xwe yên populîst tê naskirin û Partiya Demokratên Lîberal (FDP) jî benda ji sedî 5'an derbas kirin û bûn xwedî derfetê temsîlkirinê.

Li eyaleta Bremenê ya ji 550 hezar kesî hilbijartinê parlamenta eyaletê hatin lidarxistin. Di hilbijartinan de Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a li desthilatdariyê bi rêjeya jis edî 33'an bû yekemîn, lê ji sedî 6 ê pûanê xwe yê beriya niha winda kir. Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) a li mûxalefetê dengê xwe gihand rêjeya jis edî 22,5, hevkarê koalîsyonê Partiya Keskan deng kêm kir. Keskiyan rêjeya ji sedî 15'an wergirt û bi qasî rêjeyek ji sedî 8'an dengê xwe winda kir.

Nûnerê çepa sosyalîst Partiya Çep (Die Linke) dengê xwe gihand rêjeya ji sedî 9,8. FDP û AfD benda ji sedî 5'an derbas kirin. Die Linke di hilbijartinên dawî yên sala 2011'an de ji sedî 5,6 ê dengan stendibû.

Di Parlamenta Eyaletê ya Berlînê de SPD û Keskiyan windahiyeke mezin dan û ji 83 kursiyan 42 kursî wergirtin û bi zorê piraniya kursiyan bi dest xistin. Li gorî projeksiyona televîzyona ARD SPD 28, Kesk 14, CDU 21, Die Linke 8, FDP 6 û AfD 5 kursî qezenç kirin. BIW a populîst û rastgira tund jî bi tenê kursiyek wergirt.