Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Li Botanê tevgera balafirên şer

Li Botanê tevgera balafirên şer

Li gel tevgera balafirên keşfê ya li herêmên gerîla hat ragihandin ku balafirên şer jî li ser herêma Botanê geriyane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê tevgera artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Li gorî vê yekê, di 30'ê Îlonê saet di navbera 19:00 û 23:00 de balafirên şer li ser Avaşînê, heman rojê saet di navbera 14:00 û 15:00, 21:00 û 22:00 de li ser Herêma Botanê geriyane.

Hat ragihandin ku di 1'ê Cotmehê (îro) saet di navbera 01:00 û 06:00 de li Herêma Avaşînê tevgera balafirên şer hatiye jiyîn, di 30'ê Îlonê saet di navbera 20:30 û 00:00 de jî balafirên keşfê yên bêmirov li herêma Zapê geriyane.

Hat diyarkirin ku artêşa Tirk a ji 29'ê Îlonê û vir ve ji Mûşê ber bi navçeya Amed Pasûrê leşkeran vediguhezîne, di 1'ê Cotmehê (îro) saet di 09:30 de bi helîkopterên bi tîpa Skorsky li herêma Şehîd Mizgîn a Bedlîsê keşf kiriye.