Li Botanê ‘Meşa Dirêj’ destpê kir
Li Botanê ‘Meşa Dirêj’ destpê kir
Li Botanê ‘Meşa Dirêj’ destpê kir
‘Meşa Dirêj’ ya ku ji aliyê BDP’a Şirnexê ve li dijî çêkirina qereqol, bendav, komkujiya xwezayê, noqteyên lêgerînê û operasyonan ji gundê Xabûr 2 yê Qilabanê heya gundê Elemûn dê pêkanîba meşê destpê kir.
“Meşa Dirêj” ya ji aliyê BDP’a Şirnexê ve dê 8-9’ê Hezîranê di li dijî çêkirina qereqol, bendav, komkujiya xwezayê, noqteyên lêgerînê û operasyona plan dikir pêkbîne, bi hezaran kes li ber avahiya BDP’a Cizîrê hatin gel hev.
Bi hezaran kesên ji Şirnex, navçe, bajaroj û gundan hatin, bi çepik, tîlîlî û slogana li gel wesayîtan ber bi gundê Xabûr 2 ve ketin tevgerê. Girseya ku gihan gundê Xabûr 2 ji wesayîtên xwe hatin xwar, bi tîlîlî û slogana dest bi kombûnê kirin.
Bi hezaran kesên di nav de rêveberên BDP’a Şirnex, navçe û bajarokan, şaredarên herêmê, dayîkên aştiyê, MEYADER, KURDÎ-DER, endamên meclisa şaredar û giştî jî di nav de bi hezaran kes bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ocalan”, “PKK gele gel li vire” qîriyan û bi pankartên “Şehîdên me yên temînata azadiya me ne, dê bibin temînata rizgariya demokratîk jî” dest bi meşê kirin.
Di meşa ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîlayên jiyana xwe ji dest dayîn, ala konfederalîzm û ala PKK’ê ya 20 metreyî hilgirtin û sirûda “Çerxa şoreşê” gotin. Wesayîtên di rê de derbaz dibûn bilêdana qurneyan piştgirî dan meşê.
Di nava meşê de kesên kal jî hatin dîtin, meş ji gundê Xabur 2 ber bi gundê Elemûn ku dê konê lê vedin didome.