Li Botanê ji bo ‘Meşa Dirêj’ banga tevlîbûnê
Li Botanê ji bo ‘Meşa Dirêj’ banga tevlîbûnê
Li Botanê ji bo ‘Meşa Dirêj’ banga tevlîbûnê
Rêxistina BDP’a Şirnexê li dijî çêkirina qereqol, bendav, komkujiya xwezayê , noqteyên lêgerînê û operasyonan dê 8-9’ê Hezîranê bi slogana “Meşa Dirêj” çalakiyekê li darxînin û banga tevlî bûnê kir.
BDP’a Şirnexê têkildarî çalakiya ku dê di bin slogana “Meşa Dirêj” di navbera dîrokên 8-9’ê Hezîranê li dijî çêkirina qereqol, bendav, komkujiya xwezayê, noqteyên lêgerînê û operasyonan bê li darxistin li ber avahiya BDP’a Silopiyê civînek ya çapemeniyê li darxist. Hevserokê BDP’a bajar Hame Aktî, Endama MP’a BDP’ê Rabia Takas û rêveberên BDP’a Şirnex û BDP’a Silopiyê tevlî daxuyaniyê bûn.
Di civînê de Hevserokê BDP’a Bajar Hame Aktî axivî û got: “Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê ya ku piştî banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destpêkir HPG’yî vekişîn, li bajarên herêmê çêkirina qereqol, bendav, komkujiya xwezayê, noqteyên lêgerînê û operasyon bêy ku bi rawestin didomin. Em dê li dijî çemka dewletê ya firsendî a li dijî pêvajoya demokrasî û normalbûyînê pêşxistiye bi çalakiyên demokratîk bersiv bidin. Ji ber vê sedemê 8-9’ê Hezîranê meşek ya binavê ‘Meşa Dirêj’ dê di demjimêr 15:00’an de ji gundê Xabûr 2 yê Qilabanê heta gundê Arûşa bimeşin. Em li bendê ne gelê Botanê bi hemû rengê xwe ve ji Şirnex, navçe û bajarokan em li benda beşdarbûna her kesê ne. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo pêvajo têkneçe di vê mijarê de hişyar bin.”