Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Bolîvyayê ji bo desthilatdariya sosyalîst a 20 salan hilbijartina krîtîk

Li Bolîvyayê ku di nava krîzeke giran a aboriyê de ye, gel ji bo hilbijartina serokdewletê nû vê Yekşemê dengê xwe dide. Enflasyona bilind rojeva esasî ya hilbijartinê ye.

Serokdewletê heyî Luis Arce di hilbijartinê de nebû namzet. Parçebûna li nava Tevgera Sosyalîzmê (MAS) a li desthilatdariyê, şensê çepgiran lawaz kir. Di anketan de namzetên MAS'ê Andronico Rodriguez ji sedî 5.5, Eduardo del Castillo jî ji sedî 1.5 ê dengan werdigirin.

Di hilbijartinê de du namzetên rastgir li pêş xuya dikin; ji rastgiriya navendî karsaz milyoner Samunel Doria Medina (Ji sedî 21), serokdewletê berê Jorge 'Tuto) Quirga (Ji sedî 20) ê dengan werdigirin.

Li gorî bendewariyan, di tûra duyemîn a 19'ê Cotmehê de du namzet wê werin pêşberî hev. herdu jî soza wê didin ku modela dewletparêziyê ya di dema Evo Morales de hate pêkanîn biterikînin.

Di dema desthilatdariya Morales a salên 206-2019'an de xizanî kêm bûbû, aborî mezin bûbû. Lê belê ji sala 2017'an û pê ve kêmbûna hatineya gaza xwezayî welat xistibû nava krîzê.

Morales ku ji ber dozên lê hatine vekirin li derveyî siyasetê hatiye hiştin, anî ziman ku hilbijartin 'bi fen e' û bang li alîgirên xwe kir ku tevlî dengdanê nebin.

Nêzî 8 milyon hilbijêr wê ne tenê serokê nû û alîkarê wî, her wiha parlamenta ji du baskan jî hilbijêrin. Ev hilbijartin dikare dawî li desthilatdariya çep a 20 salan a li Bolîvyayê bîne.