Li Berdereş 40 dikan şewitîn

Li Berdereş 40 dikan şewitîn

Navçeya Berdereş ji ber şorta ceyranê li bazara Reşgerî agir bi dikanan ket û di encamê de 40 dikan bigiştî şewitîn.

Duh li navçeya Berdereş ya ser bi Dihokê ve ji ber sedema şorta ceyranê agir bi bazara Reşgerî ket. Di encama şewatê de 40 dikanên li bazarê bigiştî şewitîn. Piştî ku yekîneyên îtfayeyê hatin û mudaxele kirin, bêy ku zirarek mezintir rû bide agir xistin bin kontrolê û vemirandin.

Hate ragihandin ku, dikanên şewitîne piraniya wana dikanên cilên zarok û jinan bûne. Hate diyarkirin ku, di şewatê de windahiya can çênebû, zirarek mezin ya aborî rû daye.