Li ber Qereqola Hêzanê çalakiya sekinandin
Li ber Qereqola Hêzanê çalakiya sekinandin
Li ber Qereqola Hêzanê çalakiya sekinandin
Jin, kuştina Medenî Yildirim bi çalakiya sekinandina ser piyan, şermezar dikin.
Di çalakiya li ber qereqola Hêzanê de, jina bi navê Yonca Tokbaşi ya piştî kuştina Ethem Sarisuluk li Qada Kizilay a Enqerê çalakiya rawestandinê pêk anî û diya Medenî Fahrîye Yildirim jî amade bûn.
Jinên li ber Qereqola Hêzanê hatin cem hev, bi wêneyê mezin ê Medenî re çalakiya rawestandinê pêk anîn. Çalakiyê îro destpê kir û wê 24 saetan dewam bike.
Yonca Tokbaşi bi telefonê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku bi çalakiyên Geziyê re êdî di nava civakê de hin hesasiyet zêde bûne û herkes di mijarên wan eleqedar dike de derdikevin kolanan û diqîrin.
Tokbaşi da xuyakirin ku weke jineke xebatkar û dayikek, piştî Enqerê ewê li ber qereqola Licê çalakiya sekinîna li ser piyan pêk aniye û got, "Çalakiya Gezî dijderketineke sivîl û çalakiyeke aştiyane bû. Çalakiya li ber qereqola Licê jî sivîl û aştiyane bû. Ez masûmiyeta Licê û Gezî bi heman rengî dibînim. Li vê derê rêyeke sererast, xizmeteke tenduristiyê tineye. Lê li jorê qereqolê heye, li jêrê qereqoleke din heye. Ev der 300 kîlometre dûrî sînor e. Bi navê ewlekariya sînor, bi navê ewlekariya welêt, hûn nikarin li van deran qereqolan çê bikin."
Tokbaş ragihand ku protestoya gelê Licê ya li dijî çêkirina qereqola nû, daxwazeke mafdar e û got, "Çawa ku polîsê gule berda serê Ethem Sarisuluk hat parastin, me jî li dijî wê çalakî pêk anîn. Em dixwazin kujerê Medenî jî were eşkerekirin û darizandin. Eger ev bibe, kêm be jî dilê dayika wî, wê rehet bibe. Ji bo piştgiriyê bidim wan, li vê derê me."
Tokbaşi da xuyakirin ku ji bo balê bikşîne ser bûyerê ew li gel malbata Yildirim li ber qereqolê çalakiyê lidar dixe û got, "Bi çalakiya Gezî re êdî herkesî dît çawa tê binpêkirin û cûda tên dîtin. Û li dijî vê nerazîbûn derket holê. Ji me re gotin talanker. Li gorî wan, em hemû talanker in. Lê di çalakiyên protestoyên sivîl de me dîtin ku yên cihê difikirin, mirovên xwedî nêrînên cûda li dijî zextan dibin yek. Min çawa ji bo Ethem Sarisuluk çalakiya protestoyî kir, li vê derê jî heman tiştî dikim. Ev çalakiya me wê 24 saetan dewam bike, bi şev jî em li vir in."