Li ber perava çemê Xerzan petrola bi kalîte hat dîtin

Li ber perava çemê Xerzan petrola bi kalîte hat dîtin

TPAO ya mehên dawî li ber peravên çemê Xerzanê xebatan dike, li Yemîşlîk û bakurê Arikaya ku rastî petrolê hat, hejmara bîran derxist 14’an.

TPAO a li herêma Yemîşlîk 10 bîr vekir, wek herêma nû li bakurê Arikaya jî 4 bîr bi hev re vekir. rayedarên şîrketa Guney Yildizi diyar kirin ku di kûrahiya 2850 metreyî de rastî petrola 34 gravîtel hatine û gotin, "Li ber peravên Xerzan rehekî cidî yê petrolê heye. Beriya 3 hezar metre em rastî petrolê tên. TPAO jî di nav de çavên hemû şîrketên petrolê li vir in.”