Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Li ber PE zincîra ji mirovan

Li ber PE zincîra ji mirovan

Çalakgerên li ber avahiyên Parlamenta Ewropayê (PE) ji bo bala cîhanê bikşînin ser berxwedana li Kobanê di greva birçîbûnê de ne, li ber avahiya PE zincîra ji mirovan çêkirin.

Çalakgerên ku piştî çalakiya rûniştinê ya li ber parlamentê ketin avahiyê, rastî destwerdana polîsan hatin. Di navbera polîs û çalakgeran de tengezarî derket û ji ber sekna biryardar a çalakgerên greva birçîbûnê polîs neçar man xwe vekişînin." Di çalakiya dagirkeriyê ya bi dirûşmên "Viva Kobanê, terorîst ISIS, terorist Turkey", "Bijî Berxwedana Kobanê" de, hevdîtinên navbera polîs û çalakgeran bi encam bû. Çalakger vegeriyan konê li Place Luxembourgê.

Li dû çalakiyê hin parlamenteran çalakgerên greva birçîbûnê ziyaret kirin.