Li ber Konsolosa Tirk a li Hambûrgê çalakiya rûniştinê
Li ber Konsolosa Tirk a li Hambûrgê çalakiya rûniştinê
Li ber Konsolosa Tirk a li Hambûrgê çalakiya rûniştinê
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, ciwanên Kurd bi çalakiyek li ber Konsolosa Tirkiyê êrişa leşkeran a li Licê û biryara Danîmarkayê ya girtina qenalên televîzyonê yên Kurd şermezar kirin.
Komek ji çalakgeran îro saet di 15.00'an de li ber Konsolosa Tirkiyê hatin cem hev û bi deqeyeke rêzgirtinê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de nûnerên Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê, Ciwanên Hambûrgê û Koma Antîfaşîst a Elman ATESCH amade bûn.
Di çalakiya rûniştinê de wêneyê ciwanê Kurd Medenî Yildirim ê di dema protestoya çêkirina qereqolan de ji aliyê leşkerên Tirk ve bi gulereşandinê jiyana xwe ji dest da, hat hilgirtin û flamên ROJ TV ya ji aliyê Danîmarkayê ve hat girtin, hat bilindkirin.
Di axaftinên li çalakiyê de hat destnîşankirin ku bûyerên 9'ê Cotmehê ya li Parîsê kuştina 3 jinên şoreşger ên Kurd, êrişa li Licê û biryara dadgeha Kopenhagê ya girtina 3 qenalên televîzyonê yên Kurd, bi hev ve girêdayî ne. Rêxistinên di çalakiyê de amade bûn, êrişên mijara gotinê û girtina televîzyonên Kurd şermezar kirin.
Çalakiya rûniştinê, li dû axaftinan bi dawî bû. Ciwan wê sibê jî saet di 16.00'an de li ber Konsolosa Danîmarkayê çalakiya protestoyî lidar bixin.