Li ber Konsolosa Danîmarka ya li Îtalyayê protesto

Li ber Konsolosa Danîmarka ya li Îtalyayê protesto

Biryara Danîmarkayê ya girtina kanalên televîzyonên Kurd, li paytexta Îtalya Romayê hat şermezarkirin.

Biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê ya betalkirina lîsansên weşana Roj Tv, Nûçe Tv û MMC û cezayekî giran ê pereyan, ji aliyê Kurdistaniyên li Îtalyayê dijîn ve hat şermezarkirin. Kurdistaniyên ji vê biryarê ne razî ne, li ber Konsolosa Danîmarkayê ya li paytext Romayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin, ku biryara Dadgeha Danîmarkayê biryareke siyasî ye.

Kurdistaniyan gotin, "Li pişt biryarê Tirkiye heye" û dirûşmên ""ROJ, Nûçê, MMC dengê gelan e, nayê bêdengkirin" qêriyan. Çalakgeran bal kişandin ser dema girtina biryarê ku, di pêvajoya çareseriya demokratîk de hatiye stendin.

Kurdistaniyan xwestin bi rayedarên Konsolosa Danîmarkayê re hevdîtinê bikin, lê belê daxwaza wan hat redkirin. Çalakî bi dirûşmên "Dengê gelê Kurd nayê qutkirin" bi dawî bû.