Li ber Edliyeya Amedê pevçûna bi kêra: Kesek mir
Li ber Edliyeya Amedê pevçûna bi kêra: Kesek mir
Li ber Edliyeya Amedê pevçûna bi kêra: Kesek mir
Şeva din di pevçûna li ber Edliyeya Amedê de kesek ji ber derbeyekî amêreke birek jiyana xwe ji dest da.
Seyîd Tanrikulu ku ji dozek ya cînayetê di 3’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê de weke şahid hate gazîkirin, dema ku ji edliyeyê derdiketin li korîdora edliyeyê li ser mijara ‘guhertina îfadeyan’ bi xizmên bersûc re nîqaş kir. Li gorî îdiayan Tanrikulu ji xizmên bersûc re gotiye, “Min çi dîtiye ez dê wê bêjim. Ez ji xwedê zêdetir ji çi kesê natirsim. Dewlet li pişt mine.” Piştî ku nîqaş vegerî pevçûnê, xizmek yê bersûc bi amêreke birînê ya li gel xwe anî Tanrikulu birîndar kir. Polîsan bi gaza îsotê ew ji hev vekirin. Polîs kesê bi kêrê êrîş kir binçavkir.
Tanrikulu ku bi kêrê hate birîndar kirin, di nava xwînê de ma. Piştî mudaxeleya destpêkê bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Tanrikuluyê giran birîndar bû li rexmî hemû mudaxeleyan hate hînbûn ku jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpê kirin. Hate hînbûn ku, polîsên li edliyeyê ji aliyê dozdgeriyê ve îfadeyên wan hatin girtin.