Li Bedlîsê qeza: 2 mirî, 3 birîndar
Li Bedlîsê qeza: 2 mirî, 3 birîndar
Li Bedlîsê qeza: 2 mirî, 3 birîndar
Di qezaya ku li ser rêya Bedlîs-Norşînê rû da, li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Îro di demjimêrên sibehê de li ber Fabrîqeya Limak Çîmento ya li Bedlîsê transîta qaseya wê girtî a biplaqeya 13 AY 465 û transîta qaseya wê vekirî ya biplaqe 56 KA 761 ku ji aliyê beramber ve dihat, ser û ser bi hev ketin. Di encama qezayê de Ayhan Kaplan û kesekî navê wî nehate zanîn jiyana xwe ji dest dan. Di qezayê de Yehya Yîgît, Taha Yîgît û Remezan Kiziltaş jî birîndar bûn.
Birîndar ji cihê bûyerê bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê. Hate hînbûn ku ji birîndaran rewşa yekê girane.
Li aliyê din jî ji ber qezayê rêya Bedlîs-Guroymak, Guroymak-Tetwan demekê ji trafîkê re hatin girtin. Piştî ku wesayît ji rê derxistin, rê hate vekirin.