Li Bedlîsê operasyona îhaleyê
Li Bedlîsê operasyona îhaleyê
Li Bedlîsê operasyona îhaleyê
Polîsên girêdayî Midûriyeta Têkoşîna bi Sûcên Organîze ya Midûriyeta Polîsan a Bismilê di saetên sibê de bi ser navnîşanên cuda de girtin û Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bedlîsê Yalçin Sozbîlîcî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bedlîsê Çetîn Taşdemîr binçav kirin.
Yalçin Sozbîlîcî û Çetîn Taşdemîr ku hatin binçavkirin hate diyarkirin ji ber çêkirina ‘Qada Mutkî –Riya Ewlehiya Yazicikê’ hatine binçavkirin.
Îhaleya ku sala buhrî 56 mîlyonî pêk hat, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ve di 18’ê Tîrmeha 2013’an de hate betalkirin û Cîgirê Sekreterê Giştî Taşdemîr ji peywirê hatibû girtin. Piştre bi talîmata Parlamenterê AKP’ê yê Bedlîsê Vahît Kîler ve Waliyê Bedlîsê Veysel Yurdakul ku xwest astengiyê li pêş îhaleyê derxe girtin navendê û ji bo cîgiriya wî jî dîsa Taşdemîr anîn. Piştî îhaleya Rêya Ewlehiya Mutkî ku dihat xwestin ku 56 mîlyon lîrayê bê îhalekirin, ji nû ve li gorî usula bazarê beyî îlan û vexwendiyan dabûn Mutteahîd Cemîl Demîr. Li gel Sozbîlîcî û Taşdemîrê ku di erêkirina kar a karsaz Demîr de hatin biçavkirin, tê îdiakirin ku parlamenterê Bedlîsê yê AKP’ê Kîler û endamê Meclîsa Navendî û Serokê Meclîsê Adnan Suphanoglu jî komîsyon dane.
Di nava kesên hatine binçavkirin de tê gotin ku hejmar zêde dibe û hate hînbûn ku piştî muayeneya Taşdemîr û Sozbîlîcî birine Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê.