Li Bêdlisê meşa "hukûmet gavê biavêje"
Li Bêdlisê meşa "hukûmet gavê biavêje"
Li Bêdlisê meşa "hukûmet gavê biavêje"
Di çarçoveya kampanya "hukûmet gavê biavêje" ya BDP'ê de li Bêdlisê meş hat lidarxistin. Di meşê de bal hat kişandin ser qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê û hat xwestin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan.
Li Bêdlisê di çarçoveya kampanya "hukûmet gavê biavêje" ya BDP'ê de, meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de li gel Parlamenterê BDP'ê yê berê yê Bêdlisê M. Nezîr Karabaş, bi sedan kes amade bûn.
Meş ji ber avahiya BDP'ê ya Bajêr destpê kir û li ber Ûlû Camîî daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn. Parlamenterê berê yê BDP'ê M. Nezîr Karabaş di axaftina xwe ya li vê derê de hişyarî da ku eger gav neyên avêtin wê şensê aştiyê bikeve xeteriyê û got, "Eger AKP ji dil be, divê gavan biavêje. Divê dozên siyasî bi dawî bibin û girtî werin berdan. Pêwîste çêkirina qereqolan, girtina cerdevanên nû bên rawestandin. Li gel van hemûyan, gelê Kurd di qonaxa duyemîn de azadiya Birêz Ocalan dixwaze."
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girseya gel ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî û dûr ber bi avahiya BDP'ê ya Bajêr ve meşiya û li vir dawî li çalakiya xwe anî.