Li Başûrê Kurdistanê qetilkirina jinan bi demsala havînê re zêde dibe!
Li Başûrê Kurdistanê qetilkirina jinan bi demsala havînê re zêde dibe!
Li Başûrê Kurdistanê qetilkirina jinan bi demsala havînê re zêde dibe!
Li Herêma Federal a Kurdistan di meha Hezîranê de herî kêm 9 jin hatine qetilkirin. Li gorî Sekretera Yekîtiya Jinan a Kurdistan Viyan Silêman di meha havînê de qetilkirina jinan zêde dibe.
Li gorî rojnameya Rudaw di nav meha Hezîranê de li Hewlêr 3, li Dihokê 2, li Çemçemal 2 û li Xurmatu jî 2 jin hatine qetilkirin. Her wiha hat ragihandin ku jineke ji Başûrê Kurdistanê jî li Norveçê ji aliyê zilamekî ve hatiye qetilkirin.
Bi bîlançoya meha Hezîranê re di 6 mehên destpêkê yên 2013’an de hejmara jinên hatine qetilkirin gihiştine 32’an. Di tevahiya sala 2010’an de 49, di sala 2011’an de 43 û sala 2012’an de jî 46 jin hatibûn qetikirin.
Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistan Viyan Silêman got: “Di demsala havînê de qetilkirina jinan zêde dibe. Bi taybet jî li Germiyan û dîsa li Şengalê xwekuştinên jinan zêde ne. Lewma xebat û çalakiyên komeleya me di mehên havînê de zêde dibin.”