Li Başûrê Kurdistanê dijwariya li dijî jinê her diçe zêde dibe

Li Başûrê Kurdistanê dijwariya li dijî jinê her diçe zêde dibe

Tê gotîn ku di meha Gulana îsal de li navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê, li dijî jinan 600 bûyerên dijwariyê rû dane û ev her ku diçe zêde dibe. 

Li gorî daneyên Saziya Parastina Mafên Jinê yên di malpera Warvîn de hatin weşandin, bi tenê di meha Gulanê de li Başûrê Kurdistanê nêzî 600 bûyerên dijwariyê yên li dijî jinê rû dane. Saziyê ragihand ku, ji van bûyeran 10 jê kuşrtin û xwekuştina jinê, 35 jê şewitandin û xweşewitandin, 17 jê destavêtin, bi giştî 536 bûyerên dijwariya li dijî jinê rû dane.

Rêjeya şîddeta li dijî jinan a li bajarên Başûrê Kurdistan bi vî rengî hatiye ravekirin: 
Herî zêde di nava bajarê Hewlêr de li dijî jinan şîddet pêk hatiye. Ev jî bi vî awayî ne: 3 kuştin, 3 xwekuştin, 7 şewitandin, 4 xweşewitandin, 4 bi awayekî nediyar, 179 destavêtin, bi giştî 198 bûyer rû dane.

Di nava bajarê Raperîn de: 1 kuştin, 12 şewitandin, 1 xweşewitandin, 130 bi awayekî ne diyar, 7 destavêtin, bi giştî 151. 

Li Duhokê: 3 şewitandin, 3 xweşewitand, 101 bi awayekî nediyar, 1 destavêtin bi giştî 108. 

Li Silêmanî: 2 xwekuştin, 2 şewitandin, 3 xweşewitandin, 79 bi awayekî nediyar, 7 destavêtin bi giştî 93.

Li Germiyanê her çi qasî bûyerên şîddetê yên li dijî jinê kêm bûn jî 47 bûyerên şîddetê li hemberî jinan pêk hatine.