Li Başûrê Kurdistanê ajanseke nû: ROJnews
Li Başûrê Kurdistanê ajanseke nû: ROJnews
Li Başûrê Kurdistanê ajanseke nû: ROJnews
Li saziyên çapemeniyê yên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê bi dirûşmaya, "Ronîkirina rastiyan erka me ye” ajanseke nû ya nûçeyan zêde bû. ROJnews, bi du zaravayên Kurmancî dest bi weşanê kir.
Li gel bi dehan kovar, rojname, radyo, televîzyon û ajansan medyaya Kurd a li gelek qadan sazîbûneke mezin dijî ajanseke nû ya bi navê Rojnews jî li wan zêde bû. Rojnews a li Başûrê Kurdistanê dest bi weşanê kir nûçeyên xwe yên destpêkê weşand.
Têkildarî armanca malpera ROJnews di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin, "Bêyî cudatiya ol, ziman, reng û zayendê bike; bi xeteke weşanê ya li ser esasê maf û azadiyên sereke, bi rêgezên wekhevî û demokrasiyê derdikeve pêşberî we."
Ajansa bi dirûşmaya, "Ronîkirina rastiyan erka me ye” dest bi weşanê kir diyar kir ku wê sekna li hember her cure dezenformasyon û manîpulasyonan, wek wezîfeyeke exlaqî zanibe û bi vê ferasetê wê bûyer û diyardeyan bi raya giştî re parve bike.
Ajansa ku nûçeyên destpêkê bi zarayê Soranî û Kurmancî bi xwendekarên xwe re parve kir, kiriye armanc ku di demeke kurt de bi servîsên Erebî, Îngîlîzî û Tirkî jî xwe bigihêne girseyên cuda.
Yek ji edîtorê ROJnews Salah Xidir got, "Armanca me ev e ku em li Kurdistanê civak û raya giştî ji rastiyên siyasî û civakî li ser esasê rastiyan agahdar bikin. Em dixwazin rastiyan wek berpirsiyartiyeke exlaqî di çarçoveya rêgez û prensîbên exlaqî de ronî bikin. Em dikin armanc ku mirov ji tevayî rastiyan agahdar bibin.”
Xidir wiha dewam kir, "Me bi zimanê Soranî û Kurmancî dest bi weşana xwe kir. Armanca me ev e ku di demeke kurt de em bi zimanê Erebî, Îngîlîzî û Tirkî jî rastiyan ji raya giştî ya herêmê û cîhanê re ragihînin."
Ajansa nû ya nûçeyan bi rêya adresa "www.rojnews.net" ve "www.rojnews.org" weşanê dike.