Li bakurê Qibrisê hilbijartinên serokkomariyê
Li bakurê Qibrisê hilbijartinên ji bo serokkomarê nû îro li gor saeta herêmî 08.00’an destpê kir.
Li bakurê Qibrisê hilbijartinên ji bo serokkomarê nû îro li gor saeta herêmî 08.00’an destpê kir.
Li bakurê Qibrisê hilbijartinên ji bo serokkomarê nû îro li gor saeta herêmî 08.00’an destpê kir. Hilbijêrên li Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC), ji bo hilbijartina serokkomarê nû diçin ser sindoqan. Serokkomarek ji bo qezenc bike divê ji nîvî zêdetir dengan werbigire.
Li giştî KKTC 176 hezar û 916 hilbijêr, di 693 sindoqan de wê deng bikar bînin. 55 hezar û 763 hilbijêr li Lefkoşa, 45 hezar û 992 li Gazîmagûsa, 35 hezar û 397 li Gîrne, 20 hezar û 809 li Guzelyurt, 18 hezar û 951 li navçeya Îskele wê biçin ser sindoqan.
Hilbijartina saet 08.00’an destpê kir wê saet 18.00'an bi dawî bibe. Tê payîn ku encamên ne fermî yên hilbijartinan saet 22.00’an bên aşkerakirin.
7 NAMZET HENE
Di hilbijartinên ku 7 namzet di pêşbirkê de ne, Serokkomar Dervîş Eroglu yê 2 partî piştgiriyê didin wî, Kudret Ozersay ê demekê di muzakereyên Qibrisê de muzakerevanê aliyê Tirk bû, Seroka Meclîsa Komarê Sîbel Siber jî wek namzeta Partiya Tirk a Komarparêz-Hêzên Neteweyî (CTP-UG) di nav pêşbirkê de ne. Mustafa Onurer ji Partiya Sosyalîst a Qibrisê, Mustafa Ulaş, Mustafa Akinci û Arîf Salih Kirdag serbixwe wek namzet tevlî hilbijartinê bûne. Serokkomarê nû ji bo 5 salan wê wezîfeyê werbigire.
Namzetek ji bo bibe serokkomar pêwîst e ji sedî 50 zêdetir dengan bigire. Eger ti namzet negihêje vê astê wê ji tûra duyemîn re bimîne.