Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Li Baglarê ciwan bi polîsan re pevçûn

Li Baglarê ciwan bi polîsan re pevçûn

Li Amedê, ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê banga 'rawestandina jiyanê' hat kirin, dikandaran dikanên xwe venekirin, xwediyê mînîbusan wesayîtên xwe nexebitinandin, xwendekaran dibistan boykot kirin û li navçeya Baglarê jî ciwan li nava kolanan bi polîsan re pevçûn.

Ciwanên li kolana Sento agir dadan, rastî êrîşa polîsan a bi panzêr û maşînên bi tîpa akrep hatin. Ciwanên li kolana Goçmenlerê jî civiya, li hemberî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û TOMA'yan li ber xwe didin.

Ciwan bi bombeyên deng bersivê didin êrîşa polîsan û pevçûn li nava kolanan dewam dike.