Tevî qezayên mezin û tehdîta li hember xwezayê jî li herêmên zehmet ên Deryaya Arktîk ji bo lêgerîna petrolê destûr tê dayîn. Guman heye ku destûra DYA ji bo petrolê daye Shell bi xwe re gelek tehlûkeyan bîne.
Rêveberiya DYA, ji nû ve destûra sondajê da şîrketa Shell a sala 2012’an bi awayekî demkî xebatên sondajê li Arktîk dikir.
Şîrkeya Shell, li Deryaya Çûkçî (Chukchi Sea) dest bi lêgerîna petrolê bike. Bi destûra ji hikûmeta DYA hatiye wergirtin wê şîrket li 6 nuqteyên lêgerînê li petrolê bigere.
Lê belê biryara hikûmeta DYA rastî nerazîbûna rêxistinên hawirdorê hat. Hawirdorparêzan karesata sala 2010’an a berbenda Meksîka bibîr dixin. Piştî qezaya li Deepwater Horizon bi deh mîlyonan varîl petrol rijiyabû okyanûsê û zerarên cidî dabû eko sîstemê.
Deryaya Çukçî jî ji ber şert û mercên hewayê yên neyênî, pêlên bilind û qeşayê rastî nerazîbûna hawirdorparêzan tên. Li herêmê pêl heta 15 metreyan bilind dibin û di rewşeke ku petrol birije deryayê de ewlekariyê peravê nêzî hezar kîlometre dûrî herêmê ye.
Yek ji sedema ku hawirdorparêz nerazîbûnan nîşan didin jî ev e ku gelek cureyên sewalên deryayî li wan deveran dijîn.