Li Amûdê û Girkê Legê ji bo tenduristiya Ocalan çalakî

Li Amûdê û Girkê Legê ji bo tenduristiya Ocalan çalakî

Li Amûdê û Girkê Legê ji bo tenduristiya Rêberê Gelê Krud Abdulah Ocalan û şermezarkirina helwesta hikûmeta Tirkiyê a der barê mijarê de, çalakî hatin lidarxistin.

Meclîsa Gel a bajarê Amûdê, çalakiya rûniştinê pêk anî û helwesta dewleta Tikr ku nahêle doktor biçin serdana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin. Di çalakiyê de daxiyaniyek hate xwendin, di daxwiyaniyê de helwesta Dewleta Tirk ku nahêle şandeya doktoran biçin serdana  Ocalan hate şermezar kirin û ji rêxistinên mafên mirovan hate xwestin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku bihêle doktor derbasî Îmraliyê bibin.

Endamên Dadgeha Gel û endamê Navenda Zanistî û Perewerdeya Jinê jî bi heman armancê çalakî lidar xistin û helwesta Dewleta Tirk ku nahêle şandeya doktoran biçin serdana  Ocalan şermezar kirin.

Li bajarê Girkê Legê jî endamên Saziya Çand û Huner li pêşiya nevenda Aram Tîgran  a Çand û Hunerê  çalakî lidar xistin, hunermendên ku amûrên xwe yên muzîkê bi paçên reş pêçabûn di dawiya çalakiya xwe de daxuyaniyek xwendin. Di daxwiyaniyê de hunermendan diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn dest bi pêvajoya çareseriya demokratîk kiriye, dewleta Tirk jî hewl dide ku Ocalan û gel ji hev qut bike. Di daxuyaniyê de ji rêxistinên mafên mirvan hate xwestin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku bihêle doktor derbasî Îmraliyê bibin.