Li Amûdê dayikan êrişên li ser Kurdan şermezar kirin
Li Amûdê dayikan êrişên li ser Kurdan şermezar kirin
Li Amûdê dayikan êrişên li ser Kurdan şermezar kirin
Li Amûdê Dayîkên Aşîtiyê êrîşên komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Li Amûdê Dayîkên Aşîtiyê û gelek jinên din li ber navenda jinan a bajêr hatin cem hev û çalakiya şermezar kirinê lidar xistin. Di çalakiya xwe de Daykên Aşîtiyê daxuyaniyek li ser navê Dayîkên Aşîtiyê hate xwend in. Di daxuyaniyê de êrîşên komên çekdar li ser Rojavayê kurdistanê yên bi ewle hate şermezakirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku jinên Rojavayê Kurdistanê dê di çarçoveya nexşeriya ku Rêberê Gelê Krud Abdulah Ocalan destnîşan kiriye têbikoşin û dê rê nedin kesên ku dixwazin tevliheviyê li herêmê derbixin û şoreşa gel ji naveroka wê derbixin.
Di dawiya daxuyaniyê de spasiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate kirin ku li dijî êrîşên van komên çete li berxwe didin û herêmên Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê û Til Temir diparêzin.