Li Amêdiyê heyeta Nêçirvan Barzanî rastî astengiya gel hat

Li Amêdiyê heyeta Nêçirvan Barzanî rastî astengiya gel hat

Duh Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dema ku xwest li Şêladizê û Dêrelokê ziyaret bike rastî astengiya gel hat û nekarî biçe herêmê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh çû serdana navçeya Amêdiyê. Barzanî dixwest ku piştî gera li vir derbasî navçeyên Dêrelok û Şêladizê bibe. Lê ji ber ku heta niha ji bo wan deveran tu xizmet ne hatine kirin heyeta Nêçîrvan Barzanî rastî astengiya gelê Hêtîtê ku dikeve navbera Dêrelok û Şêladizê de hat. Welatiyên herêmê 4 saetan rê girtin û destûr nedan Barzanî derbaz bibe.

Li ser vê yekê Barzanî nûnerên xwe şand cihê bûyerê û bersiva daxwazên gel dan. Heyeta ji nûnerên Serok wezîratiya Herêma Kurdistanê pêk dihat, dema gihiştin cihê bûyerê soz ji gel re dan ku wê di nava çend hefteyan de bingehê nexweşxaneya ku demek dirêje di rojevê deye bê çêkirin wê were avêtin. Girseya gel ya ku li pêşiya şanda Barzanî  girtibûn dan diyar kirin ku, heta Hikûmeta Herêmê weke her deverek Kurdistanê ji bo van deveran jî xizmetê neke ew ê çalakiyên xwe bidomînîn.

Gelê deverê dibêje heta niha tu plan û projeyên Hikûmeta jibo binçêkera deverên Şêladizê û Dêrelokê çênebûne û ew dixwazin hikûmet jibo van deveran jî projeyên çêkirina avahiyên ku xizmeta giştî jibo gel pêktînin werin çêkirin.

Lewra Rêveberê Tenduristiya bajarê Dihokê Dr. Nizar Dihokî soz da gelê deverê ku wê di nava dû salan de jibo navçeyên Şêladizê û Dêrelokê nexweşxane çêbike û gelek xizmetên din werin pêşxistin.