Li Amedê wesayîta polîsan rastî êrîşê hat

Li Amedê wesayîta polîsan rastî êrîşê hat

Wesayîta polîsan a li Amedê dewriye digeriya rastî êrîşa çekdarî ya bi çekên lûledirêj hat. Di êrîşê de du polîs birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya ji Walitiyê hatiye girtin saet di 01.00’an de li  ser rêya Mêrdînê ya berê polîsên li dewriyê geriyan rastî êrîşa çekdarî hatin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku du polîsên di wesayîtê de bi sivîkî birîndar bûne û wiha hat gotin: “Piştî bûyerê operasyoneke berfireh hatiye meşandin û li kolana 3’emîn a Şemsîler kaleşnîkofek, 44 kovanên vala, 7 fişekên tijî û şarjor hatine dîtin. Der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin."  Hat gotin ku piştî bûyerê kesek hatiye binçavkirin.