Li Amedê şerê birayan bi mirinê bi dawî bû
Li Amedê şerê birayan bi mirinê bi dawî bû
Li Amedê şerê birayan bi mirinê bi dawî bû
Di pevçûna ku li Amedê di navbera sê birayên bazirganî dikirin derketî de, Ferit Yakan yê 34 salî ku bi demanceyê gule avêtin di encamê de Bedrî Yakan yê 30 salî hat kuştin, cêwiyê wî Riza Yakan jî bi giranî birîndar bû. Ferit Yakan yê ku di dema pevçûnê de bi kêrê birîndar bûyî û sucdarê kuştinê piştî dermanbûna wî li nexweşxaneyê hate rêkirina edliyeyê. Riza yakan yê ku giran birîndar bûyî hatî rakirina nexweşxaneyê hîna xeteriya rewşa wî berdewam dike.
Li gorî agahiyên bi dest ketîne Ferît, Riza û Berdrî Yakan yên ku birayên hev ku li ser kolana Sakarya a navçeya Baglar bazirganî dikirin, ji ber nîqaşên di navbera wan de derketin şûnde dest bi şer kirin. Di dema pevçûnê de Ferît Yakan demanceya di berxwede ya bê ruxsat derxist û gule li birayên xwe Riza û Bedrî Yakan barandin. Birayên Yakan yên bi guleyên ji bedenên xwe xwarîn giran birîndar bûyîn, bi ambulansa ku yên derdor xwestî hatine rakirina nexweşxaneya Dewletê a Amedê.
Lê Bedrî Yakan li rexmê hemû hewildanên doxtoran ne hate rizgar kirin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ferît Yakan piştî lêpirsînê ji aliyê polîsan ve birine Adliyeyê lê cêwiyê wî Riza Yakan ku giran birîndar bibû hîna xeteriya rewşa wî derbaz ne bûye.