Li Amedê serdegirtina malan: 4 kes hatin binçavkirin

Li Amedê serdegirtina malan: 4 kes hatin binçavkirin

Li Amedê polîsan di ser malekê de girt û 4 kes binçavkirin.

Hate zanîn ku, serê sibê polîsan li semta Fîskaya ya Amedê di ser malan de girt û 3 kes binçavkirin. Hate ragihandin ku S.A, Ş.G. û Evîndar a ku paşnavê wê nehate zanîn hatin binçavkirin.

Li navçeya Rezan a Amedê jî polîsan di serdegirtina malekê de kesekî navê wî nehate zanîn hate binçavkirin. Hate zanîn ku, 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Sedema binçavkirinan nehate zanîn.