Li Amedê sê qereqol pêşkêşî îhaleyê hatin kirin

Li Amedê sê qereqol pêşkêşî îhaleyê hatin kirin

Li gel vekişîna gerîla û pêvajoya çareseriya demokratîk, dewleta Tirk xebatên xwe yên çêkirina qereqolên nû zêde dike. Piştî Colemêrg, Şirnex û Êlihê, niha jî ji bo sê qereqolên nû li navçeya Amed Licê were çêkirin, îhale hat vekirin.

Bi pêvajoya çareseriya demokratîk re, piştî ku hêzên gerîla vekişiyan Başûrê Kurdistanê hukûmetê kadroyên nû li cerdevanan zêde kir û dest bi çêkirina qereqolên nû û xurtkirina qereqolên heyî kir.

Hukûmetê di vê çarçoveyê de qereqolên Angul, Hezan û Tepe yên li navçeya Amed Licê pêşkêşî îhaleyê kir.

Hat hînbûn ku ji bo xurkirina qereqolan û çêkirina avahiyên nû li nava qereqolan, bang li mutehîtan kiriye. 

Di vê navberê de hat ragihandin ku Tûgaya li Licê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê li navçeya Colemêrg Çelê hatiye bicihkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, piştî şer rawestiya li herêmên Amed, Şirnex, Colemêrg û Êlihê bi pereyên hukûmetê şandiye re, li dora qereqolên nû dîwarên ji beton tên lêkirin. Her weha ji bo li ser girên bilind qereqol û qûle werin çêkirin, xebat hatine destpêkirin.