Li Amedê pevçûna li ser çêrgehê: 20 kes hatin binçavkirin
Li Amedê pevçûna li ser çêrgehê: 20 kes hatin binçavkirin
Li Amedê pevçûna li ser çêrgehê: 20 kes hatin binçavkirin
Li gundê Umur ê girêdayî Farqîn a Amedê di pevçûna ji ber çêrgehê rû da, Mervan Bîçer ji ber kevirê hat avêtin ku birîndar bû, jendermeyan 20 kes binçav kirin.
Vê sibehê li gundê Umur ê Farqînê rêya ku diçe çêrgehê ji ber ji aliyê Adnan Eren ve hat ajotin, gundiyan nerazîbûn nîşan da, Gundiyên ku diyar kirin çêrgeh bi biryara dadgehê ji gundiyan re maye, ji Eren xwestin traktora xwe ji herêmê bibe.
Ajokarê Eren Şîrîn Guluk bi armanca komê bitirsîne gule berda hewayê. Piştî vê ku pevçûn derket Mervan Bîçer ê kevir li serê wî ket birîndar bû. Di aloziya ku rû da gundiyan çekên li ser Şîrîn Guluk û Nevzat Gulçuk desteserkirin û jenderme agahdar kirin.
Jendermeyên ku gundiyan tebence teslîmî wan kir, 20 kes binçav kirin. Muxtarê gund Hasan Acun diyar kir ku çêrgeh di nav sînorê gund de ye û tevî biryara dadgehê heye jî pirsgirêk hê jî nehatiye çareserkirin. Muxtarê gund got ku heta pirsgirêk çareser nebe wê zarokên xwe neşînin dibistanê.