Li Amedê li hember avahiya qeymeqamtî û AKP’ê êrîş
Li Amedê li hember avahiya qeymeqamtî û AKP’ê êrîş
Li Amedê li hember avahiya qeymeqamtî û AKP’ê êrîş
Li navçeya Sûr a Amedê li hemberî Avahiya Qeymeqamtiya Navçeyê û Serokatiya Navçeyê ya AKP’ê êrîşa bombeyî pêk hat.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, bûyer danê êvarî li navçeya Sûrê pêk hat. Kesek an jî kesên nasnameya wan nediyar Molotof û bombeya ku bi destan hatiye çêkirin avetin avahiya ku Qeymeqamtiya Navçeyê û Serokatiya Navçeyê ya Sûrê têde.
Bombe, li kulubeya nobedar a di ketina avahiyê de û li deriyê avahiyê ket. Bi şideta teqînê re camên avahiyê şkestin. Gelek polîs û wesayît sewqî cihê bûyerê hatin kirin, polîsên rê li rafîkê girtin li cihê bûyerê lêkolîn kirin.
Di wê navberê de bi dengê teqînêre panîk bi polîsên bi wesayîtê di cihê bûyerê re derbas dibûn çêbû. Polîsên ku ji cihê bûyerê 150 metre dûr bûn ku wer fikirîn êrîş li hember wan pêk hatiye gule berdan cihê deng jê hat.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku bi teqînê re panîk bi polîsan re çêbûye û şarjorek gule reşandine.