Li Amedê li dijî dewriyeya polîsan êrîş
Li Amedê li dijî dewriyeya polîsan êrîş
Li Amedê li dijî dewriyeya polîsan êrîş
Duh bi şev, li Amedê li dijî polîsên li dewriyeyê digeriyan êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encamê de 2 polîs birîndar bûn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê ya Polîsan a Amedê de hate ragihandin ku duh bi şev li dijî wesayîta polîsan a li dewriyeyê digeriya çalakî pêk hat. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çalakî şevê din saet di 01.00 de, li ser riya Mêrdînê pêk hat û di encamê de 2 polîs birîndar bûn.
Her iwha hate ragihandin ku piştî bûyerê li herêmê operasyon hat destpêkirin û li ketina kolana Şemsîler a 3'yan qilêşek, 44 qalikên guleyan, 7 fîşek û 2 zarjor hatine desteserkirin.