Li Amedê kesek hate girtin

Li Amedê kesek hate girtin

Li Rihayê di 10’ê Tîrmehê de di serdegirtina malan de Ehmed Yeşîl hate binçavkirin, hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.

Ehmed Yeşil ê li Taxa Eyyubiye ya Rihayê dima, 10’ê Tîrmehê polîsan di ser mala wî de girtin û binçavkiribû. Piştî karûbarên fermî ên li Midûriyeta Polîsan ya Rihayê bidawî bûn, veguhestin Dozgeriya Komarê ya Amedê. Yeşîl bidaxwaza girtinê veguhestin dadgehê. Yeşîl ku li dadgehê îfade dan bi îdiaya “endam ji rêxistinê re dane qezenc kirin” hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.