Li Amedê kampanya alîkariya bi Rojava re

Li Amedê kampanya alîkariya bi Rojava re

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariyên navçeyên wê, ji bo piştgiriya bi gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê re dest bi kampanya alîkariya pêwistiyên rojane û xwarinê kirin.

Li dijî ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan dest bi kampanya alîkariya xwarinê û pêwistiyên rojane yên jiyanê kirin. Şaredariyên Amedê bi vê armancê belavok amade kirin û banga tevlêbûna kampanyayê li tevahiya gelê Amedê kir. Di belavokan de alîkariya bê dayîn û cihê lê were berkhevkirin, bi vî rengî hatin diyarkirin:

"Madeyên ku tên qebulkirirn ev in:
Ard, zeyt, birinc bulxur, nok, fasuliyê hişk, nîsk, Çayê, Şekir, Potên hazir û şîrên zarokan 

ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN A AMEDÊ

Navendên Qebûlkirina alîkariyê: 

Serokatiya daireya xizmetên civakî 
Sumer park- Meydana İstasyonê: 
TEL: 0412 226 22 98 

ŞAREDARIYA BAGLARÊ

Navendên Qebûlkirina alîkariyê: 
Muduriyeta Zabiteyan –Cadeya Nokhet Coşkun
TEL: 0412  235 80 46 

ŞAREDARIYA PEYASÊ

Navendên Qebûlkirina alîkariyê: Şantiya Makine İkmal –Cadeya Kayapınar

Dibistana seretayi  ya IMKB 
Tel: 444  41 21 
0412 252 26 21 

ŞAREDARIYA BAJARÊ NÛ (YENÎ ŞEHÎR)

Navendên Qebûlkirina alîkariyê: 
Temizlik şantiyesi ,Alipar
Tel: 0412234 17  12  

ŞAREDARIYA SÛRÊ

Navendên Qebûlkirina alîkariyê: 
Şantiya Deriyê Mêrdînê – li hemberî Goristana Deriyê Mêrdînê 
Tel: 0412 226 44 61