Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Li Amedê jiyan rawestiya

Li Amedê jiyan rawestiya

Li ser banga ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê ‘jiyanê rawestînin’ îro li Amedê kepenk, kontak nehatin vekirin û xwendekar neçûn dibistanê.

Li çar navçeyên Amedê yên Rezan, Kayapinar, Yenîşehîr û Sûrê esnafan îro dukan venekirin. Esnafan bi venekirina darabayên xwe bertekên xwe yên li dijî DAIŞ’ê nîşan dan.Li Amedê ku li ser banga înîsiyatîfa gel a ‘jiyanê rawestînin’ dukan nehatin vekirin, otobus naxebitin, karkerên paqijiyê cade paqij nekirin. Li gelek herêman dibistan hatin boykotkirin û  dermanxaneyên ku vekiribûn jî darabeyên xwe venekirin.

Li bajarê ku niha bêdengî serdest e, li gelek nuqteyan polîs bi wesayîtên zirxî dipên.

Li navçeya Sûrê ku beriya cejnê qerebalix mezin hebûn, seyarfiroşên li ser peyarêyan bal kişandin. Di serî de cadeya herî qerebalix a Gazî, Melîkahmet û Bulvara Înonu li gelek cihan kepenk nehat vekirin.  Wesayîtên tîpa zirxî û li ber saziyên cemawerî polîsên fermî bal kişandin.

Li Yenîşehîrê li taxa Ofîsê, Şehîtlîk û Fîskaya esnafan dukan venekir. Li Rezanê li cadeyên Goçmenler, Sento, Medîne Bulvari, Sunay, Bulvara Turgut Ozal, Kuru Çeşme, 5 Nîsan, Emek û Ogretmenler esnafan kepenk venekir.

Li Kayapinarê jî heman dîmen hebûn. Li Huzurevlerî, Dîclekent û Peyasê dukan nehatin vekirin.

Li navçeya Licê, Hezro, Çinar, Erxenî, Farqîn û Bismilê jî esnafan dukan venekir. Xwendekaran dibistan boykot kir û ajokaran kontak venekir.